TR KU SO
FB X
Kurdistan

Edhem Barzanî êrîsên Tirkiyê sermezar kir...

Admin H
Nivîskar
📅 21 tebax 2020 17:16

PeyamaKurd – Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berpirsê PDKê li Silêmaniyê Edhem Barzanî, li ser şehîdkirina mamoste Xalid Ebdûlrehman Şemsedîn ku di encama bombebarana Tirkiyê de hatibû şehîdkirin peyamek belav kir û tê de êrîşên Tirkiyê şermezar kir.

Edhem Barzanî di peyama xwe ya li ser medya civakî de êrîşên Tirkiyê şermezar kir û daxwaza parastina xelkê herêmê ji wan êrîşan kir.

Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Bi xemgîniyeke mezin min bihîst ku ji ber bombardûmana balafirên şer ên Tirk li derdora gundê Kanî Mezin ê Kanî Masiyê mamoste Xalid Ebdûlrehman Şemseddîn şehîd bûye.

Ji ber êrîş û bombardûmana balafirên şer ên Tirk ji Zaxoyê heta Silêmaniyeyê bi dehan mirovên me yên sivîl ên bêguneh şehîd bûn. Êrîşan şermezar dikim. Ji malbata mamoste û gelê herêmê re sersaxiyê dixwazim. Hêvîdarim ku wê pêşî li van êrişên hovane bê girtin ku keç û xortên me yên li ser xaka xwe ne şehîd dixin. Dixwazim ku pêşî li wan bê vekirin ku xwe biparêzin, ya jî hin hêz wan biparêzin."

Edhem Barzanî berî niha dema êrîşên dagirkirina Efrînê jî ji radyoya Dengê Amerîkayê re ragihandibû ku heger êrîşên Tirkiyê dewam bikin, wê berê xwe bidin Başûr û bixwazin qadeke berfirehtir dagir bikin.

Parve bike: