Êdî Hewlêr parastîtir e: Projeya Pira Boks Kelverdî temam e
Peyama Kurd - Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku projeya Pira Boks Kelverdî ya şeşderî ya kolana navbera Bineslawe û Kesnezanê ku bi armanca pêşîlêgirtina ziyana lehîyê ya bajar hatibû destpêkirin temam bûye.
Di daxuyanîya Parêzgehiyê de hate destnîşankirin ku ji bo bi lez bê temamkirin, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnav bi taybetî serdana xebatên Pira Boks Kelverdî kirîye, xebatan bi detay şopandîye û destxweşî li endazyar û serperişt û tîma pirojeyê kirîye.
Hate diyarkirin ku ev proje, ji budceya Parêzgeha Hewlêrê bi gojimê 246 milyon dînaran û bi awayê belêbderatiyê tê bicihanîn.
Rêveberên projeya dane zanîn ku projeya Pira Boks Kelverdî ya şeşderî yek ji pirojeyên giring ên kêmkirina bandora lehiyê ye û diyar kirin ku bi vê porjeyê re wê paytext Hewlêr di baran û şilîyên dijwar de bêtir parastî be.
Rêveberan destnîşan kirin ku proje ji % 98 temam bûye û diyar kirin ku ji ber rêya ava barînên xwezayî ya bilindahîyên Kesnezanê û Monomenta Şehîdan di wir de diherike biryar hatiye dayîn ku ev proje li vê deverê bê çêkirin.