Êdî Qasim Suleymanî di Iraqê de hilnayê!
PeyamaKurd – Dîplomatê Amerîkî yê ji Karûbarên Rojhilata Nêzîk berpirs David Schenker, bang li rayedarên Iraqê kir ku Fermandarê Hêza Qûds a Îranî Qasim Suleymanî bigirin.
David Schenker, Îran bi binpêkirina serweriya Iraqê tawanbar kir û ji hikûmeta Iraqê xwest ku ji bo desteserkirina Qasim Suleymanî bikeve tevgerê.
Dîplomatê Amerîkî di çarçoveya yasaya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ya bi jimara 1747-(2012) de, daxwaza desteserkirina Suleymanî kir û got, “Hikûmeta Amerîkayê nikare vê li Iraqê bike.”
Rayedarê Amerîkî herwiha da zanîn ku destwerdana Suleymanî bo karûbarên navxweyî yê Iraqê û hilbijartina serokwezîrekî nû rewşeke nayê qebûlkirin e.
Schenker, di hevpeyvîna xwe ya roja Îniyê de, dibêje ku biryara sepandina dorpêçan bo 4 rayedarên Iraqî bi sedema kuştina xwepêşanderan û gendeliyê ji bo hikûmetên Bexda û Tehranê peyameke Amerîkayê ye.
Li aliyê din jî çend roj berê medya Fransî îdia kiribû ku nûnerê Qasim Suleymanî û Hizbullaha Lubnanê, Muhammed Xoresanî li Bexdayê ye.