TR KU SO
FB X
Kurdistan

Efrîn | 2 çekdarên alîgirên Tirkiyê di teqînê de hatin kustin

Admin S
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2019 14:13

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li nêzîkî navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 2 çekdarên gruba Ehrar El-şerqiye, dema erdên xelkê Efrînê cot dikirin, di encama teqîna mayînekê de mirin.

Li gor jêderên herêmê, bûyer doh qewimî ye û dema du çekdaran xwestiye erdê koçberekî xelkê Efrînê li nêzîkî navenda bajêr, bi traktorê bajon, mayînek tê de teqiya ye û di encam de ew herdu çekdarên bi ser grûba Ehrar El-şerqiye hatine kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye koma çekdarên opozîsyonê yên alîgirên Tirkiyê Ehrar El Şerqiye dest daniye ser gelek mal û milkên xelkê Efrînê yên hatine koçberkirin.

                                                                                     

Parve bike: