TR KU SO
FB X
Kurdistan

Efrîn | 5 kesên sivîl hatin revandin

Admin L
Nivîskar
📅 08 tebax 2022 12:30

PeyamaKurd – Li gundekî navçeya Cindirêsê ya Efrînê, komên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 5 kesên sivîl ji revandin.

Li gor zanyariyan, koma çekdar a bi navê “Lîwa El-Weqas” di 6ê Tebaxê de, 5 kes ji gundê Hêkiçê yê ser bi Cindirêsê ve revandin.

Herwiha hat ragihadin, kesên hatine revandin, Mihemed Ednan Dîb, Ehmed Betal Îbrahîm, Mihemed Tamir, Murad Qaziqlî Dalo û Cemîl Zekî Tane ne.

Di berdewamiyê de hat zanîn, kesên hatine revandin birine zîndana gundê Merwaniyê û li wê derê îşkence bi wan kirin.

Parve bike: