Kurdistan
Efrîn | Çekdarekî koma El-Hemzat a girêdayî Tirkiyê hat kustin
PeyamaKurd – Li Efrînê, çekdarekî koma El-Hemzat a girêdayî Tirkiyê, hat kuştin.
Li gor çavkaniyeke taybet ji Efrînê daye zanîn, roja sêşemê, çekdarekî koma Hemzat li ser rêya di navbera Efrîn û Cindirêsê de hatiye kuştin.
Heman çavkanî dide zanîn, destê çekdarê kuştî di revandin û kiryarên civakî yên xerab de li herêma Efrînê hebûye.
Herwiha, heta niha kujerên çekdarê koma Hemzat nehatiye zanîn.
Herêma Efrînê, ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.