TR KU SO
FB X
Kurdistan

Efrîn | Çekdarên girêdayî Tirkiyê girtin ser konekî sînê û 5 kes desteser kirin

Admin L
Nivîskar
📅 26 mijdar 2021 15:02

PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, li nahiya Şiyê ya Efrînê girtin ser konekî şînê û 5 kes desteser kirin.

Li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên koma Emşat ku Tirkiye piştevaniya wan dike, girtin ser konekî şînê.

Li gorî zaniyariyên xwecihî ji Efrînê, dema ku wan çekdaran êrîşî konê şînê kirin, li xelkê dan û 5 kes girtin.

Herwiha li gor zanyariyan, ew kes birin navendeke wê komê ya li Şiyê, lê paşê çekdaran ew birin cihekî û çarenivîsa wan nediyar e.

Kesên hatine desteserkirin, Mesûd Mistefa Şêxo û her du birayên wî Xelîl û Ebdulrehman, li gel pismamên wan Emar û Bekir Mistefa Rehmokê

Berî niha çekdaran ew malbat bi wê yekê tometbar kiribû  ku dema Komîteya Lêkolînan ji bo tomarkirina binpêkariyan serdana Şiyê kiriye, wan belge dan wê komîteyê.

Parve bike: