EFRÎN | Di hefteyekê de 5 Kurd hatin revandin
PeyamaKurd - Komên çekdar ên Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye ku Polîsê Leşkerî yê ji komên çekdar pêk tê, roja 24ê Gulanê 3 kes ji yek malbateke ji gundê Kefer Dela Jêrîn revand ku yek ji wan jin e.
Navên kesên hatine revandin jî Newal, Ebdulla û Mehmûd Xelîl Hec Henan in.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê da xuyakirin, polîsê leşkerî xortê bi navê Rêber Mistefa ji bajarê Efrînê revandiye û çarenivîsa wî ne deyar e.
Dîsa 22ê Gulanê jî welatiyê bi navê Selah Xelîl Miskola ji gundê Behdîna ji aliyê heman hêzê ve hatiye revandin ku çarenivîsa wî jî ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar kiriye ku ev kiryarên revandinê li dijî niştecihên resen ên Kurd pêk tên ku bi armanca standina fidyeyê û xistina fişara li ser wan ji bo gund û milkên xwe koçber bibin.