Kurdistan
Efrîn | Fermandarekî Cebhe El-Samiyê hat kustin
PeyamaKurd – Li Efrînê di encama şerê di navbera Heyet Tehrîr El Şam û Cebhe El-Şamiyê, fermandarekî Cebhe El-Şamiyê hat kuştin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, do li nêzîkî gundê Çema yê navçeya Şera ya Efrînê otomobîla Fermandarê Cebhe El-Şamiyê yê bi navê Bîlal Ebû Welîd hat teqandin û di encamê de hat kuştin û çekdarên bi wî re jî birîndar bûn.
Herwiha tevî rêkeftina agirbestê di navbera Tehrîr El-Şam û Feyleqa Sêyemîn de jî, Tehrîr El-Şam tehdîd dike ku êrîşî Ezazê bike.
Li gor zanyariyan, ev hefteyek e di navbera wan de şer rawestiya bû, kuştina Bîlal Ebû Welîd piştî hefteyekê ji hêdîbûna şerê li Efrînê tê.