TR KU SO
FB X
Kurdistan

Efrîn | Komên çekdar 8 welatî revandin

Admin L
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2021 17:00

PeyamaKurd – Li gundê Keferdela Jêrîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê, koma El Hemzat bi koma Polîsê Leşkerî re, 4 welatiyên sivîl revandin. Herwiha heman komê li Efrînê jî 4 kesên sivîl revandine û çarenûsa wan 8 kesan ne diyar e.

Li Rojavayê Kurdistanê, koma El Hemzat bi Polîsê Leşkerî re li gundê Keferdela Jêrîn yê girêdayî Cindirêsê, welatiyê bi navê Ronî Xelîl Dado, hevjîna wî û du zarokên wî revandin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Herwiha li bajarê Efrînê jî koma çekdar a El Hemzat girtin ser mala Ednan Cimo, ew û 3 endamên din ên malbata wî Fatîme Mehmûd, Rizgar Ednan Cimo, 'Elya Ednan Cimo ji aliyê wê koma çekdarî ve hatine revandin.

Heta niha tu agahî derbarê wan de nehatine bi destxistin.

Parve bike: