TR KU SO
FB X
Kurdistan

Efrîn | Teqînek çêbû: Birîndar hene

Admin L
Nivîskar
📅 27 gulan 2021 14:01

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, teqîn ji ber encama mînekê bûye ku di otomobîlekê de hatibû bicihkirin.

Heman çavkaniyê diyar kir, di encama teqînê de herî kêm 2 kes birîndar bûn ku di nav wê otomobîlê de bûn.

Çavkaniyê da zanîn, teqîn li pişt xwaringeha Vîn li taxa Efrîna kevin çêbûye û kesekî ku temenê wî derdora 50 salî ye bi tohmeta ku destê wî di teqînê de hebûye hatiye girtin.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên tundrew ku girêdayî opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrîşeke berfireh a bejayî û asmanî li ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Parve bike: