TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ekrem Îmamoglu diçe Diyarbekir û Batmanê

Admin H
Nivîskar
📅 22 tebax 2019 23:05

PeyamaKurd – Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku di hilbijartinên 31ê Adarê û hilbijartinên dubare yên 23yê Hezîrana 2019an de, bi piştgiriya hilbijêrên Kurd ên Stenbolê bi ser ketibû, 31ê Tebaxê diçe Diyarbekir û Batmanê.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, Îmamoglu li Batmanê beşdarî şahiya zewaca biraziyê Serokê Rêxistina CHPê ya Batmanê Huseyîn Yaşar dibe.

Tê gotin ku hîn bernameya Îmamoglu ya ji bo Diyarbekirê diyar nebûye, lê piştî destdanîna ser şaredariyê nediyar e bê Îmamoglu serdana rayedarên HDPê yên xwecihî dike yan na.

Ti agahiyek di wê derbarê de ji aliyê CHPê û Îmamoglu ve nehatiye belavkirin.

Parve bike: