Kurdistan
El-Sebah: Divê bi lez dadgeheke navneteweyî ji bo terorîstên DAISê bê avakirin
PeyamaKurd – Berdevkê eşîra El-Xewatine ya navçeya Holê, ji ber hebûna DAIŞê li herêmê, hişyarî da û daxwaza darizandina wan kir.
Mehmûd Xelef El-Sebah diyar kir, terorîstên DAIŞê bi êrîşên xwe têkbirina aramiya herêmê dikin armanc.
El-Sebah girtiyên DAIŞê yên li cem HSDê, weke xetereyeke mezin bi nav kir û got: “Mînaka wê yekê, bûyerên kuştinê yên rojane li kampa Holê ne. Divê bi lez dadgeheke navneteweyî ji bo terorîstên DAIŞê bê avakirin”.