TR KU SO
FB X
Kurdistan

Elektrîka bîrên avê yên cotkarên Kurd ên Kerkûkê hat qutkirin

Admin L
Nivîskar
📅 06 tebax 2022 16:01

PeyamaKurd – Elektrîka bîrên avê yên cotkarên Kurd ên Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ji aliyê Hêzeke Firqeya 8 a Artêşa Iraqê ve hat qut kirin.

Li gor vîdyoya ji aliyê cotkerekî ve hatiye tomarkirin, artêşa Iraqê bêyî lêkolîna xwediyê zeviyan bikin, pişta kesên ku ji derve hatine Kerkûkê digirin.

Hat zanîn ku Artêşa Iraqê elektrîka heft bîrên avê yên Sergeranê û Pelkaneyê qut kiriye.

Herwiha hat eşkerekirin ku ev demek e hêzên Iraqî destwerdana zeviyan li herêmê dikin. Cotkar dibêjin ew bêyî lêkolîna xwediyê zeviyan bikin pişta kesên ku ji derve hatine Kerkûkê digirin.

Parve bike: