Elî Bapîr jî di nav xiyaneta Lahor û Pavêl de ye
PeyamaKurd - Lêkoler û nivîskarekî bizavên Îslamî li Kurdistanê, diyar kir ku Elî Bapîrê rêberî Komelê jî di nav xiyaneta Pavêl û Lahor de ye.
Li gor wî pisporê siyasî yê Îslamê, Elî Bapîr jî hevalbendê xiyanetkaran e û loma jî wek xelat dengê wî di hilbijartinê de zêde hatiye hiştin.
Ew pisporê Îslamî tîne ziman ku Elî Bapîr di heyama karesata 16ê Cotmehê de ziyareta Pavêl û Lahor dike û kitêbeke ku tê texmînkirin Qur'ana Pîroz e diyarî wan dike.
Lêkoler Soran Sêwkayî ku pispor e di xebatên Îslamî de rexneya li ser Elî Bapîr wiha kir: "Tu dibêjî qey Lahor Huseynê kurê Elî ye ku wisa hurmetê didiyê û kitêbê diyarî dike."
Ewî got Goran jî beşdarî xiyaneta 16ê Cotmehê bûye lê hêviyên wê bicih nehatine, Elê Bapîr jî herçiqas îtiraz dike feqet kursiyên wî ji yekê derketine 2an.