TR KU SO
FB X
Kurdistan

Elî Qazî: Heta dawiya emrê xwe ezê ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê têbikosim

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2020 17:06

PeyamaKurd – Kurê Serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed, Elî Qazî li ser êrîşa Heşda Şeibî ya bi ser avahiya PDKê û şewitandina Ala Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan da.

Elî Qazî got ku bavê wî Qazî Mihemed û bi hezaran Kurdan canê xwe ji bo Ala Kurdistanê feda kirine û ew dê heta dawiya emrê xwe ji bo libakirina Ala Kurdistanê têbikoşe.

Qazî herwiha êrîşa milîsên Heşda Şeibî bi tundî şermezar kir û anî ziman ku divê bê zanîn ji bilî Kurdan ti kes nabe dilsozê Kurdan.

Parve bike: