TR KU SO
FB X
Kurdistan

Emîrekî DAISê ji aliyê HSDê ve hat girtin

Admin L
Nivîskar
📅 13 hezîran 2022 13:30

PeyamaKurd – Li Dêrezorê ji aliyê HSDê ve emîrekî DAIŞê hat girtin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir, roja Yekşemê 12ê Hezîranê, hêzên wan bi piştevaniya bejayî û asmanî ya hêzên hevpeymaniya navdewletî operasyonek li dijî şaneyên nihênî yên rêxistina DAIŞê li gundê el-Rueyşîd ê Dêrezorê pêk anîne û di operasyonê de emîrekî DAIŞê girtine.

Herwiha HSDê eşkere kir, ew emîr ku serpereştiya şaneyeke ewlehiyê dikir, ku karê wê gihandina zanyarî, diyarkirina armancan, danîne plan û rêyên pêkanîna êrîşên terorîstî, li dijî xalên ewlekarî, leşkerî, sivîl û xizmetguzarî li gundewarên Dêrezorê û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bû.

HSDê ragihand, di operesyonê de dest bi ser cebilxaneyeke çek û teqemeniyên wê rêxistinê de jî hat girtin.

Parve bike: