TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encumena Kerkukê ji bo '2 sal Kurd 2 sal Ereb' dicive

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 11 hezîran 2024 18:18

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Emcumena Kerkûkê piştî Cejna Qurbanê wê civîna xwe ya yekem pêk bîne.

Jêderên herêmî yên Kerkûkê diyar dikin ku pêkhateyên Kerkûkê, li ser pêkanîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê nêzîkî lihevkirinê bûne û piştî cejna Qurbanî wê encumena yekem civîna xwe li dar bixe.

2 sal Kurd 2 sal Ereb

Jêderan ragihand ku pêkhateyên Kerkûkê, li ser şertê ku postê Serokatiya Encumena Parêzgeha Kerkûkê 2 sal di destê Kurdan de û 2 sal jî di destê Ereban de bimîne nêzîkî hevbiryarê bûne.

Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku wê Encumena Parêzgeha Kerkûkê piştî Cejna Qurbanê, yekem civîna xwe pêk bîne û di vê civînê de erkên encumenê dabeş bike.

Parlamentê Iraqê Erşed Salihî, di derbarê biryara civîna encumenê de ragihand ku piştî civînên li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hewlên pêkhateyan biryara lidarxistina civîna encumenê hatiye dayîn.

Parlamenta Iraqê Necwa Hamid Kakeyî jî di derbarê mijarê de got: “Hevbiryarî li ser wê yekê heye ku postê Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi awayê 2 sal bi 2 sal di navbera Kurd û Ereban de bê kirin, lê belê pirsgirêk ew e ku her du pêkhate daxwaza 2 salên destpêkê dikin.”

Hesen Mecîd: Ereb naxwazin çareserî pêk bê

Serokê Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd jî tekez kir ku ji ber ku niha hemû erk û postên rêveberiya Kerkûkê di destê Ereban de ye, çaresernekirina rewşa niha ya Kerkûkê, tenê xizmeta Ereban dike û di berjewendiya Kurd û Tirkmenan de nîne. Ji ber vê yekê jî Ereb astengiyan derdixin û dixwazin rewş neguhere da ku desthilat di dest wan de bimîne.”

Li Kerkûkê, nebûna desthilateke ku çavdêriyê li proje û dabînkirina budceyê bike, pêkhateya ku niha hemû post û erkên parêzgehê di dest xwe de digire gendelî û karên ne li rê dike. Ji bilî wê yekê jî, damezrandin û parvekirina erd û bi dehan mijarên din, her li gor berjewendiya vê pêkhateyê de tê kirin.

Parve bike: