Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê 28/7/2021 bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro dicive.
Li gor Fermengeha Medya û Zanyariyan ragihand, di civînê de ev mijarên li jêr tên guftûgokirin:
Yekem: Berdewamiya guftûgoyên Encûmena Wezîran ji bo rêkxistina dahatên navxweyî û nîşandana gavên praktîkî yên wezaretan di vê derbarê de.
Duyem: Pêşkêşkirina raportekê derbarê rewşa zêdebûna berçav a keysên pêketiyên vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê û zêdebûna hejmara miriyan bi wê pandemiyê û rêkarên pêwîst yên divê werin girtin ji bo rûbirûbûna balavbûna pandemiyê.
Sêyem: Pêşkêşkirina pêşniyaza guhartina her du qeza (Soran û Zaxo) ji bo îdareyên serbixwe.
Çarem: Pêşkêşkirina mijara (hilgirtina çekê bê molet)
Pêncem: Destpêkirina Wezareta Samanên Sirûştî û Wezareta Darayî û Aboriyê bi amadekariyên dabînkirina sotemeniyê ji welatiyan re di demsala sermayê de.