TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran bi amadebûna Qubad Talebanî çend mijarên girîng gotûbêj dike

Admin H
Nivîskar
📅 14 gulan 2023 16:29

PeyamaKurd - Ofîsa Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê ragihand, Encûmena Wezîran îro 14ê Gulanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Li ser naveroka civînê jî hate diyarkirin; mijara yekem a civînê taybet dibe bi pêşhatên herî dawî yên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, di çarçoveya rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.

Mijara duyem a civînê jî babeta rêkxistina darayiya giştî ya Herêma Kurdistanê tê pêşkêşkirin.

Mijara sêyem a civînê dê ji bo pêşkêşkirina raporta Wezareta Navxwe ya li ser nirxandina niştimanî ya Hikûmeta Federal li ser metirsiyên şûştina pereyan û fînansekirina terorê li Iraqê be.

Parve bike: