TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran civîna xwe ya duyemîn li dar dixe

📅 22 tîrmeh 2019 14:58

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro duşemê (22.07.2019) civîna xwe ya duyemîn li dar dixe.

Li gor zanyariyên berdest, di civîna îro de Encûmena Wezîran guftûgo derbarê mekanîzmaya bicihkirina hêlên giştî û karnameya Hikûmetê dike.

Di civîna borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 5 biryar derbarê dewama karmendan û çaksaziya di dam û dezgehên hikûmî de derxistin û îro jî civîna xwe ya duyemîn li dar dixe.

 

Parve bike: