TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran civîna xwe ya heftane îro pêk tîne

Admin L
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2021 17:58

PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê Encûmena Wezîran civîna xwe ya heftane pêk bîne.

Fermangeha Medya û Zanyariyê îro roja Çarşemê 08.12.2021ê belav kiriye, wê Encûmena Wezîran civîna xwe ya heftane bi serokayetiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî encam bide.

Di civînê de wê ev babet werin gotûbêjkirin:

- Gotûbêjkirina raporta Wezareta Karûbarê Pêşmerge sebaret bi êrîşên rêxistina terorîstên DAIŞê ji bo ser hêzên Pêşmerge li Herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. 

- Babeta rêxistina serederiya medya û medyaya civakî ligel rewşa niha ya bereyên şer li dij rêxistinên DAIŞê û rûberûbûna terorîstan.

- Pirsa reşnûsî projeyasaya (Perwerde û fêrkariyê li Herêma Kurdistan - Iraq) bo dengdanê li Encûmena Wezîran.

- Pirsa projeyasaya (Hemwarkirina yekema yasaya Wezaretî Kareba jimare 6 a sala 2021).

- Raporta Wezareta Cotkariyê û Çavkaniyên Avê ya derbarê hişkesaliyê li Herêma Kurdistanê

Parve bike: