TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr dicive

Admin L
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2020 15:02

PeyamaKurd – Di derbarê guftûgokirina çend pirsên li ser rewşa Herêma Kurdistanê, herwiha pêwendîdarî Hewlêr û Bexdayê, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ve, biryar e îro, berî nîvro bicive.

Mijarên Encûmena Wezîran li ser guftûgo bikin wiha ne:

- Pêşketinên dawiyê yên danûstandinên li gel hikûmeta federal ên derbarê mafên darayî yên herêmî yên Kurdistanê û reşnivîsa projeyasaya budceya federal a Iraqê ya sala 2021ê.

- Bûyerên çend rojên dawiyê û alozî û nerazîbûnên hene.

- Babeta destpê kirina damezrandin û tomar kirina şîrketên nû yên di warê tenduristî, derman û pêwîstiyên bijîşkî de.  

Parve bike: