TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro dicive

Admin L
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2021 15:34

PeyamaKurd – Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî ve dicive.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, îro 13.10.2021ê civîna xwe ya heftane pêk tîne û di civînê de mijarên ku bên guftûgo kirin wiha ne:

Yekem: Peyama Encûmena Wezîran a ji bo dawî hatina proseya dengdana encûmena nûnerên Iraqê û spasiya hemwelatiyên Herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji ber beşdarbûna wan a di proseyê de. Herwiha spasiya Pêşmerge û hêzên navxwe ji ber avakirina hewayekî aram ji bo dengdanê û peyama Encûmena Wezîran ji bo yekrêzî û yekhelwêstî ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexda û dûr ji rikberiya navxweyî rijdbûna li ser mafên destûrî.

Duyem: Xwendina raporta wezareta çavkaniyên xwezayî û taybet ji bo bicîhanîna biryara Encûmena Wezîran a ji bo dabînkirina nefta spî û benzînê bi hemahengiya Wezareta Nefta Iraqa federal re.

Sêyem: Xwendina raporta fermangeha hemahengî û dûvçûnê ya derbarê pêşdeçûn û astengiyên li pêş bicîhanîna biryarên Encûmena Wezîran ên taybet derbarê çaksazî û eşkerakirina bacê li Herêma Kurdistanê ku çend wezaret bi çend awayan hatibûn erkdarkirin.

Çarem: Pêşniyara erkdarkirina Wezîrê Dad, Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Parlamentoyê, Sekreteriya Encûmena Wezîran ji bo dûvçûna wan daxwazên yasayî ku li Dadgeha Bilind a Federal ve pêwendîdar in bi Herêma Kurdistanê û agahdarkirina Encûmena Wezîran di pêşdeçûn û astengiyên li pêş wan daxwazan.

Parve bike: