ENKS: Biryara PYDê ya vekirina ofîsan nerast e
PeyamaKurd - Serkirdeyê ENKSê Nûrî Birîmo li ser biryara PYDê ya vekirina ofîsên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku biryara PYDê ya vekirinan ofîsên ENSKê dereweke propagandayê ye û got, “Eger PYD rê ji jiyana siyasî re vekir û baweriya wan bi karê hevbeş hat û hişt ku Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê, wê demê em ê nas bikin ku rast dibêjin.”
Serkirdeyê ENKSê Nûrî Birîmo ji kdp.info re li ser biryara PYDê wiha axivî: “Ew nûçe qet nerast e. Baweriya PYDê bi jiyana siyasî ya li derveyî hizra xwe, tune ye. Bi fermana wan 56 ofîs û navendên me li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin. Eger PYD rê ji jiyana siyasî re vekir û baweriya wan bi karê hevbeş hat û hişt ku Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê, wê demê em ê nas bikin ku rast dibêjin.”
Birîmo got: “Beriya vekirina ofîsan, divê PYD biryara azadkirina zindaniyên siyasî yên ENKSê bide, ji ber ku bi sedan kadir û endamên serkirdatiya ENKSê di zindanên PYDê de ne.”
Doh jî Partiya Yekitiya Kurdistanî - Sûriye (PYKS) bi daxuaniyekê ragihandibû ku piştî biryara PYDê û dema ku hevalên wan daxwaza wergirtina ofîsê xwe ji PYDê kirine, çekdarên ku di ofîsê de bûn, ew yek red kirine û serkirdeyên partiya wan jî, weke xiyanetkar wesif kirine.
PYKSê diyar kir ku aliyê ku ofîs desteser kirine, hişyaarî dane hevalên wan ku nabe ew nêzîkî ofîsa xwe bibin.