TR KU SO
FB X
Kurdistan

ENKS diçe Washingtonê: Ji bo herêma ewle 'Leskerên Roj' di rojevê de ye

Admin H
Nivîskar
📅 18 tebax 2019 16:12

PeyamaKurd – Şanda Encûmaniya Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku çend roj berê li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mikhail Bogdanov re civiyabû, 22yê Tebaxê serdana Washingtonê dike. Tê çaverêkirin ku mijara sereke ya hevdîtinê ligel rayedarên Amerîkî naveroka rêkeftina Tirkiye-Amerîka ya ser avakirina herêma ewle be ku ENKS ji bo parastina wê herêmê Pêşmergeyên Roj pêşniyar dike.

Hat zanîn ku dê şanda ENKSê bi karbidestên Amerîkî re li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li ser rêkeftina avakirina herêma ewle bi Tirkiyê re danûstandinan bike ku çarçoveya wê rêkeftinê hîn zelal nebûye.

Tê çaverêkirin di serdana şanda ENKSê ya Washingtonê de mijarên wekî; rewşa Sûriyê bi giştî, rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, herêma ewle, damezrandina Komîteya Destûrê û sepandina mafên Kurdan di destûra nû de, herwiha rola Leşkerên Roj gotûbêj bike.

Serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yên ENKSê Kamîran Haco li ser mebesta serdana Washingtonê dibêje; di serê karnameya hevdîtinan de, mijara rêkeftina Amerîka û Tirkiyê heye, ku heta niha naveroka wê rêkeftinê ne zelal û ne diyar e, bi taybetî xalên girêdayî rûberê herêma ewle, kûrahî, dirêjahî, birêvebirin û parastina wê herêmê diyar nebûne. 

Li gorî beyana Haco bo Rûdawê, şanda Pêwendiyên Derve ya ENKSê, dê mijara rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, ligel berpirsên amerîkî gotûbêj bike bi mebesta naskirin û zelalkirina wan xalên girêdayî herêma ewle.

Kamîran Haco got: “Em dixwazin ku birêvebirina navçeya aram, bi rêya rêveberiyên xwecihî, ji xelk û pêkhateyên deverê be, ji bo ku nimûneyek li ser jiyana hevbeş ji cîhanê re bê nîşandan.” 

Haco herwiha diyar kir, “Ji bo parastina ewlehiya wê navçeyê, ku bêhtir navçeyên kurdî li xwe digire, em dixwazin û kar dikin ku roleke Leşkerên Roj hebe, êdî ev jî wê yek ji mijarên gotûbêjan be, di vê derbarê de.” 

Hat destnîşankirin ku dê di heman çarçoveyê de, şanda ENKSê babeta Komîteya Destûrê ligel berpirsên amerîkî gotûbêj bike, ji bo sepandina mafên gelê Kurd, di destûra nû de. 

Parve bike: