ENKS: Divê di destûra Sûriyê de sîstema federalî bê qebûlkirin
PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) bi boneya 15emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyeke berfireh belav kir û tekezî li ser berdewamiya xebata siyasî ya ji bo Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk û piralî kir.
ENKSê diyar kir ku ji piştî hilweşandina rejîma Esed di Çileya 2024an de û derbasbûna welêt bo qonaxeke veguhêz bi serkirdayetiya Ehmed Şera, ew bi berpirsyarî û vekirîbûn li ser çareseriyên siyasî serederiyê li gel guhertinan dikin.
Encûmenê tekez kir ku ji bo serkeftina vê qonaxê pêwîstî bi hevpariyeke rasteqîne heye ku beşdariya gelê Kurd misoger bike.
Herwiha biryarnameya (Mersûm) 13an weke gaveke erênî hate nirxandin û daxwaz hate kirin ku bandorên Kembera Erebî û siyasetên te’rîbkirinê bi temamî werin betalkirin.
Destûra nû, rola Serok Barzanî û xebata siyasî
ENKSê rijdaiya xwe li ser nivîsandina destûreke nû nîşan da ku tê de Sûriyeke demokrat û piralî bi sîstemeke federalî were avakirin, danpêdan bi hebûna neteweyî ya Kurdan û zimanê Kurdî weke zimanê fermî li deverên Kurdî bête kirin û mafên pêkhateyan di nav de ya Êzidiyan bê parastin.
Li ser asta Kurdistanî jî ENKSê pabendbûna xwe bi bihêzkirina peywendiyan re ragihand, rola Serok Barzanî di piştgiriya Doza Kurdî û yekrêziyê de bilind nirxand û bal kişand ser biryarên Konferansa Qamişlo ya sala 2025an.
Di dawiyê de hat destnîşankirin ku ew ê li ser karê siyasî yê aştiyane berdewam bin da ku Kurd bibin hevparê sereke di avakirina dewletê de.