TR KU SO
FB X
Kurdistan

ENKS: Divê ‘Kembera Erebî’ û hemû projeyên sovenizmê nemînin

📅 22 hezîran 2019 19:00

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi helkefta derbasbûna 45 salan di ser projeya ‘Kembera Erebî’ li Rojavayê Kurdistanê re, daxwaza dike ku hemû projeyên şovenîzmê yên bi derheqê gelê Kurd de hatine kirin bêne rakirin.

ENKS di daxuyaniyê de projeya şovenîzma ‘Kembera Erebî’ şermezar kir û ragihand, “Partiya Beis bi biryara (52) a sala 1974an, erd û zeviyên Kurdan yên di salên 1965, 1966 û 1967an dest danîbû ser wan ku bi dirêjahiya 272km. û kûrahiya 10 – 15 K.M (Nêzîkî 1 yek milyon donim) li Erebên “Xemir” yên gundên wan di ava bendava Ferêt de mabûn belav kirin.”

Amaje bi wê yekê kir, “Ev proje ji dema hatina Partiya Beis di sala 1963yan de li ser desthilatê de plana wê dikir û lêkolîna ku ji aliyê Serokê Ewlehiya Siyasî ya Hesekê Mihemed Teleb Hilal hatibû danîn, lêvegera sereke ya projê bû. Li gor wê projê jî di 40 komelgeh li herêmên Kurdî ji Erebên Xemir re hatin avakirin.”

Di daxuyaniya ENKSê de hat jî, “Ji encama û projeyê û destdanîna ser zeviyên Kurdan, bi hezaran Kurd koçberî bajarên mezin wek Şamê bûn. Armanca wê projeya nijadperest, guhartina demokgrafiya herêmê bû û Partiya Beis karî beşek ji wê projeyê bicih bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat, “ENKS dê berdewam berevaniyê di ber mafên Kurd de bike û daxwaz ji hemû hêzên niştimanî û demokratî li Sûriye û civaka navdewletî dike, dan bi hebûna gelê Kurd û mafên wî di destûrê de bê kirin û hemû projeyên awarte û nijadperest bê rakirin. Herwiha gelê Kurd bê qerebûkirin û mal û milkên wan jê re bêne vegerandin.”

Parve bike: