ENKS: Eger YPG tevlî artêsa Suriyê bibe herêma otonom namîne
PeyamaKurd- Rêvebirên ENKS ê ragihandin ku piştî Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û YPG bibe perçeyekî ji artêşa Sûriyê, wê îdareyeka aîdê Kurda nemîne û otonomiya Kurdan fesh bibe. Li ser vê mijarê berpirsê komita têkiliyên derve yê ENKS ê Îbrahîm Biro piştî hevdîtinên li Moskova û Ankara ragihand ku dê Munbic teslîmê rejîmê bê kirin an jî Tirkiye bikeve Munbicê. Biro weha dewam kir:
“Tê zanîn ku YPG bang li rejîma Sûriyê kir. Ev tê vateya ku YPG dê bibe perçeyekî ji Sûriyê. Li gor plana Tirkiyê jî wê YPG ewilî ji herêmên Ereban derbixe. Piştî ku YPG bi rejîmê re lihev bike û bibe perçeyekî ji wan, wê rêvebiriya otonom ya Rojava bê fesh kirin. YPG behsa behsa şer û berxwedanê dike. Lê weka Efrînê wê bi paşde vekişin. Ji bo ku Amerîka û koalîsyon ne li pişta wan e.”