ENKS: Gera duyem destpê nekiriye û danûstandina bi PYDê re berdewam e
PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, daxuyaniyên Endamê Lijneya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ku gotibû, gera duyem a hevdîtinên ligel ENKSê rawestiyaye red kir.
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, ji K24ê re ragihandiye ku hîn qonaxa duyem a danûstandinên ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê destpê nekirine, lê nûçeyên rawestandina danûstandinan jî ji rastiyê dûr in.
Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku rast e hin xalên nakok di navbera wan de hene, lê danûstandin nehatine rawestandin.
Aldar Xelîl dabû xuyakirin ku ew qebûl nakin li ser navê PYDê diyaloga yekîtiya Kurd bê ferzkirin û gotibû, "Ji ber ku ENKS qebûl nake Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurdan beşdar bibin, diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo demeke nediyar hate rawestandin."
Ango Aldar Xelîl gotibû, ji ber ku ENKSê xwestiye tenê bi PYDê re hevdîtinê çêbike, hevdîtin rawestiyane û qonaxa duyem a hevdîtinên yekrêziyê bidawî bûye.