ENKS: Li gorî Peymana Lahey Tirkiye dagirker e û berpirsê tawan û binpêkirinan e
PeyamaKurd - Berpirsê Nivîsgeha Yasayî ya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ridwan Seydo bal kişand ser kiryarên çekdaran ên li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê têne kirin û got, ew binpêkirin û tawanên şer ên li dijî mirovahiyê ne û Tirkiye ji wê berpirs e.
Tawanên çekdaran radestî saziyên navdewletî hatine kirin
Berpirsê Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê Ridwan Seydo ragihand, wan wek Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê binpêkirin û tawanên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê ji aliyê çekdaran ve tên kirin kom kirin û radestî rêxistinên navdewletî kirine wek Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî û Human Rights Watch.
Syedo got, komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer kirine, bi taybet jî li Efrînê qirkirina bikomî kirine.
‘Çekdarên opozîsyonê êdî li gorî yasayên navdewletî çete ne’
Berpirsê ENKSê da zanîn, piştî ku beşek ji van komên çekdar çûn li Lîbyayê şer kirin, tekez bû ku li gor xala 47 a girêdayî Protokolê Yekem sala 1977an, ya girêdayî her çar rêkeftinên Cenevê di sala 1945an, navê wan dibe çete, li gor yasayên navdewletî jî, li parastina yasaya navdewletî dimînin.
Ridwan Seydo li ser karê komîya lêkolîna binpêkirinan a di navbera ENKS û Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de hatiye avakirin de got: “Ew karê xwe dikin û binpêkirinên dibin, belge dikin û digihînin rêxistinên navdewletî.”
‘Li gorî Peymana Lahey Tirkiye dagirker e û berpirsê wan tawanan e’
Seydo da xuyakirin, Tirkiye li gor peymana Lahey, wek dewleteke dagîrker tê naskirin û ew di ber van binpêkirin û tawanên ji aliyê çeteyan ve tên kirin de berpirsyar e û divê bi erkê xwe di warên ewlehî, aborî, civakî û di hemû warên din de rabe.