Kurdistan
ENKS: PYDê du rojnamavanên endamê PDK-Sê revandin
PeyamaKurd – Çekdarên PYDê du rojnamavanên endamê PDK-Sê revandin.
ENKSê bi daxuyaniyekê diyar kir, çekdarên PYDê 2 rojnamevên ku endamên PDK-S ne, li Dêrik û Hesekê girtine.
ENKS da zanîn, armanca girtinê veşartina zanyariyan e ji xelkê û veşartina şikestinên xwe yên siyasî û îdarî ye.
Herwiha ENKSê eşkere kir: “Komeke din a çekdar ya ser bi PYDê ve, şeva 19ê vê mehê otomobîla endamê ENKSê Rêzan Mela li Dirbêsiyê şewitandine.”
ENKSê daxwaz ji Amerîka û serkirdayetiya HSDê kir, bi berpirsyaretiya xwe rabin û rê li ber binpêkirinan bigirin û kesên bi wan êrîşan rabûne jî siza bikin.