ENKSê banga avêtina 'gavên baweriyê' li PYDê kir
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li PYDê kir ku ji bo yekrêziya navmala Kurdî, bilez pêngavên avakirina baweriyê ber bi ENKSê bavêje.
ENKSê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ENKS roja 27ê Kanûna 2019an civiyaye û di civînê pêşhatên dawî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine guftûgokirin.
ENKS tekezî li ser rola hêzên navdewletî yên bi pirsa Sûriyê pêwendîdar in kir, ku bi erk û berpirsatiyên xwe rabin û li gor biryarên navdewletî çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê û bidawîkirina êş û azarên gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û olî re bibînin.
ENKSê bal kişand ser daxuyaniya Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser a derbarê destpêşxeriya HSDê bo avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî de û ew pêngav bi erênî nirxand.
ENKSê herwiha daxwaz ji PYDê kir, bilez pêgavan bo avakirina baweriyê bavêje û bi awayekî yekxistî û ne dabeşkirî wê daxuyaniyê bicih bike, bi taybet jî girtiyên ENKSê werin berdan.
ENKSê di daxuyaniya xwe de guhartina demografiya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ya ji aliyê mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve tê kirin şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir, helwesten yekalîker di vê derbarê de bigire ber û kar ji bo vegerandina ewle ya derbideran li ser mal û milkên xwe bike, herwiha hemû grûpên çekdar ji wan navçeyan derbixe û wan navçeyan radestî xelkê wê yê resen bike.
Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû, li ser destpêşxeriya HSDê ji bo yekgirtina helwesta Kurdî li Sûriyê, ti astengî li pêş ENKSê nîne ku nivîsgehên xwe veke û hemû giliyên li pêş dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne, hatine hatine betalkirin.
Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li ser dosya girtiyên siyasî û kesên hatine windakirin jî gotibû, ENKS lîsteyek bi 10 navan radestî HSDê kiriye, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser jî di vê derbarê de komîteyek bo şopandin û lêkolînê pêk aniye û dê hemû encaman bi ENKSê re parve bike.