Entegrasyona Rojavayê Kurdistanê bo Şamê berdewam e
PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, bi armanca şopandina peymana 29êê Çileyê ya entegrasyona ligel Şamê û avêtina gavên pratîkî ji bo temamkirina bendên wê, rêzecivînên berfireh li gel aliyên peywendîdar li dar xistin.
Di vê çarçoveyê de, parêzgar Nuredîn Ehmed li gel Nûnerê Serokomar û Parêzgarê Dêrazorê Ziyad Ayiş û şandeya pê re tevî Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgehê Mehmûd Xelîl civiya.
Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên di xebata hevbeş de hatin nirxandin û rênmayiyên pêwîst hatin gotûbêjkirin.
Beşdarên civînê tekezî li ser giringiya berdewamiya van hevdîtinan û xurtkirina hevrêziya hevbeş kirin da ku di vê qonaxa veguhêz de xizmeta berjewendiya neteweyî, zêdekirina aramiyê û hevkariya di navbera parêzgehên cuda yên Sûriyeyê de were kirin.
Dîsa di çarçoveya van hewldanên entegrasyonê de, Parêzgar Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyeke bilind a ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê kir ku ji aliyê Fermandarê Firqeya 60em a Artêşa Sûriyeyê Ewad Casim ve serkirdatî dihat kirin.
Hate diyarkirin ku entegrasyona ligel saziyên Şamê û mekanîzmayên nû bo tevlîkirina saziyên Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.