TR KU SO
FB X
Kurdistan

Erdogan: Em ê Mazlûm Kobanî ji Amerîkayê bixwazin

Admin M
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2019 04:21

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihand ku di derbarê fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî de bultena sor heye û em ê ji Amerîkayê bixwazin da wî teslîmê me bike.

Erdoğan hevdîtina rêvebirên Amerîkayê û fermandarê HSD ê Mazlûm Kobanî rexne kir û weha got:

“Mixabin rêvebirên Amerîkayê û senator hevdîtinan dikin. Hun derê xwe vedikin û bi terorîstan re rûdinên. Hun li aliyekî behsa têkoşîna li dijî terorê dikin û li aliyê dinê nameyên wan bi nameyên xwe ve pêvedikin û ji mere dişînin. Me vêya ji Trump bi xwe re got. Trump got raste em carna bi wan re diaxifin.”

Min îro ji wezîrê dadê re got ku dosya wî amade bikin û wî ji Amerîkayê bixwazin.

Parve bike: