Kurdistan
Erdogan li ser Rojava: Ji bo fikarên me yên ewlehiyê pêk neyên, em ê dest bi tevgerên nû bikin
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di derbarê amadekariyên êrîşeke pêkan a li dijî Rojavayê Kurdistanê de axivî û got: “Ji bo fikarên me yên ewlehiyê pêk neyên, em ê dest bi tevgerên nû bikin.”
Erdogan li navçeya Kizilcahamam a Enqereyê di 30emîn Civîna Îstîşare û Nirxandinê ya partiya xwe de axivî û di axaftina xwe de qala êrişeke pêkan a li dijî Rojavayê Kurdistanê kir.
Erdogan di axaftina xwe de îdia kir ku wan 500 hezar Sûriyeyî vegerandine “herêmên biewle” û da zanîn: “Ji bo ku fikarên me yên ewlehiyê pêk neyên, em ê dest bi tevgerên nû bikin.”