TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ereba bazirganî wergeriya jêr: kesekî mir û 2 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 10 hezîran 2026 23:02

PeyamaKurd – Li bajarê Gümüşhane linavça Kelkîtê ku dikeve herêma Koçgiriyê erebeyekî bazirganî ji desthilata şofêr derket û gêrî jêr bû. Di encamê de kesekî mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Kelkît-Şîranê li devera Çilhorozê qewimî. Dema desthilata erebê ji destê ajotvan Selami E. derket û erebe wergeriya, tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê qezayê.

Asker Erdoğan, di erebê de birîndar bû û wî birin nexweşxana dewletê ya Şîranê. Erdoğan li nexweşxanê wefat kir. Birîndar Selami E. û Özkan K. niha li nexweşxana dewletê tedawî dikin.

Parve bike: