TR KU SO
FB X
Kurdistan

Erebe qeza kir û kesekî mir

Admin M
Nivîskar
📅 24 hezîran 2020 01:16

PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navbera navçeya Nisêbînê û Qoserê de ajotvanê otomobîlekî ereba wî ji bin kontrola wî derket û ji refûje kete jêr. Di qezayê de Erdal Babat (38), Fatma Babat (38), Sami Erol Babat (1 salî) di erebê de asê man. Tîmên 112 an yên tenduristiyê û cendirmeyan gihan ciyên bûyerê û bi alîkariya gundiyên der û dor wan ji erebê derxistin.

Tîmên renduristiyê Fatma Babat birin nexweşxane ya Nisêbînê ya dewletê lê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Dermankirina her dû birîndarên din dewam dike. Cenazeyê Babat bo otopsiye birin morgê. Tîmên cendirmeyan lêkolîna xwe ya di derbarê qexzayê de didin dewamkirin.

Parve bike: