TR KU SO
FB X
Kurdistan

Erebeya leskerî qelibî: 3 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2018 21:37

PeyamaKurd- Li bajarê Hekkariya bi sedema barana berfa zêde, erebeyeka leşkerî ji ser rê derket û qelibî. Di encamê de 3 leşker birîndar bûn. Erebe li ser rêya navbera Hekkarî û Wanê qelibî. Di erebê de binbaşiyek û 2 pispor birîndar bûn.

Birîndaran birin bo nexweşxaneya dewletê ya Hekkariya lê li bilindahiya 2600 metreyan têkoşîna bi berfê re dewam dike. Di vê berfa ewilî de rêya 2 gund û 8 mezrayan hat girtin û bo vekirina rê xebat dewam dikin.

Parve bike: