Kurdistan
Eren Keskîn pistî serdegirtina malê derket pês dadgehê
PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan li Tirkiyê (ÎHD) Eren Keskîn ku doh êvarê polîsan bi ser mala wê de girtibû, li Avahiya Dadê ya Anadolû ya Stenbolê îfade da û piştre hat berdan.
Navenda Giştî ya ÎHDê li ser bûyerê û derketina pêşberî dadgehê ya Parêzer Eren Keskîn ragihand: “Di çarçoveya gilîyekî li ser parvekirinên medya civakî li Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ji “propagandaya rêxistinê” îfadeya Hevseroka me ya Giştî Eren Keskîn hatiye standin. Ti daxwazeke tedbîrê nehatiye kirin. Ji hemû kesên piştevanî kirine re spas.”