TR KU SO
FB X
Kurdistan

Êrîsê baregeha Amerîkayê ya li Kerkûkê kirin

Admin M
Nivîskar
📅 14 sibat 2020 04:14

PeyamaKurd- Li başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê bi fuzeyan êrîşê baregeha leşkerî ya hewayî ya Amerîkayê kirin. Li gor ragihandina çavkaniyên asayîşa Iraqê; li bajarê Kerkûkê li baregeha K1 ê ya Amerîkayê xistin û roketekî li baregehê ket.

Li gor ragihandina asayîşa Iraqê, nêzî baregehê rampayekî roketan dîtine ku bo avêtina roketan amade ye û nêzî baregehê ye. Piştî êrîşê helîkopterên Amerîkayê bi hewa ketin û keşfa xwe kirin. Nehat ragihandin bê zerarekî li baregehê bûye an na.

Di dawiya sala borî de car din êrîş biribûn ser baregehê û di encamê de xebatkarekî sîvîl hatibû kuştin. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe lê Amerîkayî dibêjin ku grûbên bi ser Îranê vê bûyerê kirine.

Parve bike: