TR KU SO
FB X
Kurdistan

Êrîsê baregeha Tirkiyê ya li Basiqayê kirin

Admin M
Nivîskar
📅 22 gulan 2022 04:30

PeyamaKurd – Li gor ragihandina tora medyayê Rûdawê, di 21 ê gulanê de an ku do siet li dora 22.30 an de li navça Zelkanê li baregeha Gedû ya leşkerî dronekî hewayî ya bê mirov ket. Rêvebirê Zelkanê Muhammed Emîn ragihandiye ku piştî ketina dronê kesekî birîndar bûye.

Emîn, gotiye ku kesê birîndar bûye hemwelatiyê Herêma Kurdistanê ye û li baregehê aşpêjiyê dikir. Peyamnêrê Rûdawê Nisrî jî ragihandiye ku birîndarê bi navê Xalid Abdulrehman ê 22 salî jiyana xwe ji dest daye.

Heya niha kes êrîşê negirtiye ser xwe û nayê zanîn. Baregeha Gedûyê di sala 215 an de hatibû avakirin da Sunniyan perwerde bikin.

Parve bike: