Kurdistan
Êrîsê ser baregeha PDK ê kirin û pêsmergeyekî sehîd bû
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navçeya Penciwînê êrîşê ser baregeha PDK ê kirin û di encamê de pêşmergeyekî şehîd kirin. Li ser bûyerê berpirsê PDK ê yê navçeya Penciwînê Bekir Abdullah ragihand ku êrîşa çekdarî bo ser wan kirine û pêşmergeyan kirine hedefa xwe.
Abdullah ragihand ku pêşmergeyekî wan şehîd bûye û 2 pêşmerge jî birîndar bûne. Bekir Abdullah got ku li ber baregeha wan grûbên çekdar hene û weha dewam kir:
“Kesên di xwepêşandanan de bûn, li pêşiya wan xwepêşandêran kesên rûgirtî hebûn û bi PKK ê re têkiliyên wan hene.”
Do jî li bajarê Silêmaniyê di xwepêşandanan de baregehên YNK ê, PDKê, Komel û Goranê şewitandibûn