TR KU SO
FB X
Kurdistan

Êrîseke DAISê ji aliyê Pêsmerge ve hat sikandin: Hejmarek terorîst hatin kustin

Admin L
Nivîskar
📅 04 sibat 2022 13:29

PeyamaKurd Êrîşeke DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve li çiyayê Qereçûx yê Mexmûrê hat şikandin û di encamê de hejmarek terorîstên DAIŞê hatin kuştin, du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê, do bi şev êrîşî hêzên Pêşmerge yên li ser çiyayê Qereçûx li nêzîkî bajarokê Mexmûrê kirin û li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrîş şikandin.

Herwiha tê gotin, komek terorîst hatine kuştin û du Pêşmergeyên Zêrevanî jî birîndar bûne.

Parve bike: