Kurdistan
Êrîseke komên çekdar a ser bi Tirkiyê ve hat sikandin
PeyamaKurd – Êrîşeke komên çekdar a ser bi Tirkiyê ve li ser gundekî Minbicê, ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê hat şikandin.
Li gor daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê da zanîn, komeke çekdaran a Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîşî ser gundê Mihsinlî yê li bakurê bajarê Minbicê kir, lê hêzên wan rûbirûyî êrîşê bû û pevçûnên di navbera wan de derket û di encamê de ew êrîş hat şikandin.
Herwiha Encûmena Leşkerî ya Minbicê eşkere kir, pişt re wê hûrgiliyên zêdetir bên belavkirin.