Kurdistan
Êrîsî karwana NY kirin: 5 kustî…
PeyamaKurd - Li Afganistanê, di encama êrîşeke li ser karwaneke Neteweyên Yekbûyî (NY) de, 5 leşkerên artêşa Afganistanê hatin kuştin.
Çavkaniyên ewlehiya Afganistanê ji medyayê re dane xuyakirin ku doh 11ê Sibatê li nêzî Kabûla paytext, hin kesên nenas êrîşî karwaneke NY kirin û di encamê de, 5 leşkerên Afgan hatin kuştin.
Talîbanê jî ragihandiye ku destê wan di wê êrîşê de nîne.
Beriya niha DAIŞê jî li Afganistanê dest bi êrîş û teqînan kiribû ku di encama teqîna meha borî ya zanîngehê de bi dehan xwendekar hatibûn kuştin.