Kurdistan
Êrîşkerê ser dibistana Rihayê rojek berê xistine bin çav
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêweregê êrîşkerê ku êrîşê bir ser dibistana lîsê, 16 kesan birîndar kir û xwe jî kuşt. Êrîşker gotibû:
“Wê êrîş here ser vê dibistanê û ez ê we hemûyan bikujim.”
Li ser vê tehdîda êrîşker, rêvebirê dibistana lîsê çûbû dozgerê navçê û gilî kiribû û dozger ew çandibû asayîşê.
Hat fêmkirin ku hêzên asayîşê asayişê êrîşker Ömer Ket (19) rojek berê xistine bin çav û ew berdane.
Êrîşker di heman dibistanê de xwendevan bûye û ji ber dewam nekiriye di polê de maye û paşî ew ji dibistanê dûr xistine. Ömer Ket, ji dûrxistina ji dibistanê rêvebirê dibistanê berpirs dirge.
Ömer Ket, di encama êrîşê de 16 kes birîndar kiribû û xwe jî kuştibû. Lê ji birîndaran rewşa 4 kesan dijwar e.