TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ermenistan | Zarokekî Kurd di pêsbirka çîrokan de bû yekem

Admin L
Nivîskar
📅 03 hezîran 2021 20:59

PeyamaKurd – Li Ermenistanê di Roja Cîhanî a Zarokan de, zarokekî Kurd di pêşbirka çîrokan de ji nav zarokên 11 kêmnetewan de bû yekem.

Di Roja Cîhanî a Zarokan de, pêr li Ermenistanê kombûnek ji bo hin mijarên civakî pêk hatibû. Di wê kombûnê de, bi boneya Roja Cîhanî a Zarokan, yekem car pêşbirkek çîrokan ji bo 11 komên zarokên kêmnetewan pêk hat.

Yek ji zarokên ku beşdar bû Nîkolayî Mhoyan ê  9 salî ê Kurd bû ku li ser navê zarokên Kurd ên li Ermenistanê dijîn, beşdarî wê pêşbirkê bibû.

Nîkolayî Mhoyan, di pêşbirka çîrokên zarokan de bû yekem û hat xelatkirin.

Parve bike: