TR KU SO
FB X
Kurdistan

Erzirom | Ji ber nakokiya araziyê ser derket: 5 kustî û 4 birîndar

📅 30 gulan 2020 17:10

PeyamaKurd – Li navçeya Oxlê ya Erzeromê ji ber nakokiya araziye di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Koseler yê navçeya yê navçeya Oxlê ya ser bi Erziromê ve ji ber nakokiya araziye pevçûn derket û  li gorî zanyariyên berdest, di encamê de 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê pevçûn ji ber nakokiya araziye derketiye û 5 kesên mirine ji heman malbatê ne.

Hêzên ewlekariyê bergiriyên ewlehiyê wergirtin û li du kesên ku reviyane digerin.

Parve bike: