TR KU SO
FB X
Kurdistan

Esper: Êrîsên Tirkiyê yên ‘dagirkeriya bêsînor’ destkeftiyên DAISê xistin xeterê

Admin H
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2019 20:45

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper, got ku nêzîkbûna Tirkiyê bi Rûsya re şaş e û diyar kir, bi êrîşên Tirkiyê re destkeftinên dijî DAIŞê ketine xeterê.

Esper êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, wekî ‘dagirkeriya bêsînor’ pênase kir û got, operasyona Tirkiyê hiştiye ku destkeftiyên li dijî DAIŞê bi hevpeymanên Kurd re hatine bidestxistin bikevin xeterê.

Esper got, "Tirkiye me dixe nav rewşeke gelekî xirab” û da xuyakirin ku divê Tirkiye wekî berê bibe hevpeymaneke xwedî berpirsiyarî û destnîşan kir, “Tirkiye bi nêzîkbûna Rûsyayê re ketiye rêyeke şaş.”

Parve bike: